Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû

Dê Konfernsa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8`ê Tebaxê li bajarê Hesekê were lidarxistin.

Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû
6 tebax, 2025   14:31
QAMIŞLO

Komîteya Amadekar a "Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" dîrok û cihê pêkanîna konferansê ragihand.

Li gorî agahiyên komîteyê Konferans roja înê 8`ê Tebaxê li bajarê Hesekê bê lidarxistin.

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Turkmen û Çerkes ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji meha Hezîranê (2025) ve amadekariyên lidarxistina konferansê kirine.

Konferans di bin dirûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava dike” de ye.

Li gorî agahiyên ku endamê Komîteya Amadekar a Konferansê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm duh (5`ê Tebaxê) dabûn me piştî hilweşandina rejîma Bass`ê hewldanên derxistina fitneyê di nava gelan de li Sûriyeyê bi pêş ket, pêkhate jî bi vê konferansê dixwazin yekhelwesta xwe ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bidin diyarkirin.

Kesayetên civakî, çandî, bawerî, olî û rûspî ji bo konferansê hatine vexwendin. Hejmara delegeyan jî di navbera 400-500 delegeyî de ne. Di konferansê de wê li ser reşnivîsa ku niha ji aliyê komîteya amadekar ve tê hazirkirin, nîqaş bên pêşxistin û konferans bi encamnameykê bi dawî bibe.

(sb/fr)

ANHA