`Rêbertî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike`

Rewşenbîr û siyasetmedarên kantona Reqayê diyar kirin ku xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan gelek girîng e ji ber ku ew pirsgirêkên Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike û banga avakirina rojhilateke navîn a demokratîk û rizgarkirina tevahî gelan dike.

`Rêbertî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike`
`Rêbertî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike`
`Rêbertî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike`
`Rêbertî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike`
28 adar, 2024   04:08
REQA
MIHEMED XELÎL

Sala 2023`yan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê bi gelemperî civîn ji bo xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Li kantona Reqayê jî rewşenbîran însiyatîf kir û 14 kom ava kir ku her yek ji 8 rewşenbîran û kesayetên civakî û şêniyan pêk tê. 

Der barê mijarê de nivîskarê rojnameya Şerq El Ewsat a Demokratîk Îsmaîl El Xalid ku endamekî komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan e got: "Em ji vê însiyatîfê armanc dikin ku civakê hişyar bikin, pêşerojê bi wan bidin nasandin dema li gorî rêgezên demokratîk xwe bi rêxistin bikin. Ev mijar û gelek mijarên din bi xwendina pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.

El Xalid diyar kir ku ew piştgiriya însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin û bang kir ku ew azad bibe ji ber ku ew bingeha çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn e.

Şanoger Eymen El Hisê jî diyar kir ku Yekitiya Rewşenbîran cihê xwe di komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan girtiye û got: "Tevahî pirtûkên wî girîng in bi taybet Sosyolojiya Azadiyê ku gelek fikrên girîng ji bo pêşxistina cîhanê û Rojhilata Navîn dihewîne."

El Hisên wiha domand: "Ji bo me ciwanan xwendina van berheman, gelek girîng e. Ji berk u Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike. Parêznameyên wî yên pirtûka sêyemîn, diyar dike ku ew xwedî nêrîneke geşbîn e ji bo ku rojhilateke navîn a demokratîk ava bibe û gelên wê bi giştî rizgar bibin. Nêrînên wî yên enternasyonalîst nîşan dikin çiqas xwedî fikrên mirovî ye."

Di dawiyê de El Hisên got: "Me gelek sûd ji van berheman girt. Em daxwaz dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were ji ber ku azadiya wê tê wateya azadiya gelên Rojhilata Navîn."

(şx)

ANHA