‘Em bi tecrûbeya 2016’an xwe diparêzin’

Hemwextî pevçûnên li Helebê, şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî rêxistin kirine.

‘Em bi tecrûbeya 2016’an xwe diparêzin’
29 mijdar, 2024   23:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Hemwextî pêşveçûna çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” di taxên Helebê de û vekişîna hêzên hikumeta Şamê, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwe li gorî nirxên xweparastinê û şerê gelê şoreşgerî rêxistin kirine û li ser şopa berxwedana xwe ya 2016’an xwe amade kiriye.

Ji 2012’an ve heta 2016’an çeteyan li dijî taxa Şêxmeqsûd êrişên dijwar pêk anîn, li hemberî wan êrişan şêniyên taxê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke lehengî da meşandin. Di 2016’an de êriş gihîştin lûtkeyê lê li hemberî berxwedanê têk çûn.

Hemwextî êriş û pêşveçûna çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” di taxên hikumeta Şamê yên Helebê de, Hêzên Parastina Civakê dewriyeyên xwe zêde kirin û xwe ji êrişan re amade kirin.

Rêvebera Ciwanan a Hêzên Parastina Civakê (HPC) Hemîde Îsa got: “Wek ku em di 2016’an de li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser şopa şerê gelê şoreşgerî bi ser ketin, em ê wê tecrûbeyê dubare bikin û rê nadin çeteyan ku derbasî taxên me bibin.”

Hemîde Îsa diyar kir ku ew ê destekdayîna xwe ji hêzên leşkerî re bidomînin û berxwedanê bidomînin.

Endamê HPC’ê Osman Mihemed destnîşan kir ku ew ê ji bo parastina xakê xwedî li erkên xwe derkevin û tecrûbeya xwe ya berxwedanê bidomînin.

Diyar Mustefa jî destnîşan kir ku HPC’ê di berxwedana li hemberî çeteyan de li kêleia hêzên leşkerî ye.

(mh)