‘Bila di destûra Sûriyeyê de binivîsin jin û mêr wekhev in’

Jinên ji Girke Legê got wan di şoreşê de gelek ked, bedel û şehîd dane, divê di destûra Sûriyeyê de were nivîsandin ku di navbera jin û mêran de wekhevî heye.

‘Bila di destûra Sûriyeyê de binivîsin jin û mêr wekhev in’
12 tîrmeh, 2026   03:27
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Jinên ji bajarê Girke Legê yê herêma Cizîrê got bila di destûra Sûriyeyê de bibêjin di navbera jin û mêran de wekhevî heye û mafên wan werin misogerkirin. 

Selama Mihemed got: "Şoreşa me şoreşa jinan e, gelek jinan pêşengtiya şoreşê kirin. Heke mafên jinan di destûrê Sûriyeyê de neyê misogerkirin, ev tê wateya kuştina jin. Divê di destûrê Sûriyeyê de were nivîsandin ku jin û mêr wekhevin. Zilm li hemû jinên Sûriyeyê tê kirin çi Kurd, Ereb, Suryan an Ermen be. YPJ`ê nûnertiya me dike û divê fermî cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de bigire."

Her wiha Semer Ebdo têkoşîna YPJ`ê ya li hemberî DAIŞ’ê bi bîr xist û got: “Hikumeta demkî hebûna jinê qebûlnake, em weke jin dixwazin ku mafên jin û YPJ`ê di destûrê Sûriyeyê de hebe. Şervanên YPJ`ê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin, gelê Sûriyeyê û bi taybet jinên Sûriyeyê parastin.”

Xaliya Îbrahîm diyar kir ku divê di destûrê Sûriyeyê de mafên jinan winda nebin û ev lê zêde kir: "Jinan di şoreşê de kedeke mezin da, bedel û şehîd dan. Em dixwazin di destûra Sûriyeyê de mafên me bidin me."

(np)

ANHA