Ebîr Xalid: Ji ber êrişên dewleta Tirk belavkirina mazotê dereng ma

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotemenî û Petrolê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk der barê derengmayîna belavkirina mazotê li welatiyan axivî û got ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêmê belavkirina mazotê dereng ma.

Ebîr Xalid: Ji ber êrişên dewleta Tirk belavkirina mazotê dereng ma
4 ÇILE, 2024   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotemenî û Petrolê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Xalid têkildarî sedemên derengmayîna belavkirina mazotê ya demsala zivistanê wiha axivî: "Ji ber êrişên dewleta Tirk li dijî sazî û stasyonên petrolê belavkirina madeya mazotê li şêniyan, dereng ma. Ji ber dewleta Tirk parzûnên petrolê carcaran hedef digire û ji ber wê jî berhema petrolê gihaşt nêvî û belavkirina mazotê, dereng xist."

Rêjeya parên mazotê ya demsala zivistanê ji sedî gihaşt 78`an, ew jî piştî ku Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê parên saziyên din mîna ya siyahî û pîşesaziyê kêm kir û girîngî da parên ji bo demsala zivistanê.

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotemenî û Petrolê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Xalid di dawiyê de piştrast kir ku bi giştî, li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên ku parên xwe ji mazotê wergirtine gihaşt 862 hezar û 351 malbat. Parên hatine belavkirin di sala borî de û di heman dîrokê de ji sedî gihaşt 90`î."