UNAMI: Em ê serdana Silêman Ehmed bikin

Tîma parêzerên rojnamevan Silêman Ehmed doza muwekîlê xwe birin UNAMI, rayedarê UNAMI jî ragihand ku ew ji vê dozê agahdar in, ew ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bikin ku hemû mafên wî yên yasayî bên bicihanîn û ew ê di demekê herî nêz de biçin serdana wî.

UNAMI: Em ê serdana Silêman Ehmed bikin
4 ÇILE, 2024   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed ku di 25’ê Cotmehê de li Deriyê Pêşxabûrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin û heta niha winda ye, îro bi Seroka Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) Carolina Moreno re civiyan û li ser doza Silêman Ehmed gotûbêj kirin.

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed têkildarî hevdîtina bi Seroka UNAMI re ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hevdîtinê zêdeyî saetekê ajot û hevdîtineke serkeftî li ser doza rojnamevan Silêman Ehmed hate kirin.

Nerîman Ehmed got; “Me di hevdîtinê de behsa astengiyên li pêşiya rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl li Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatên siyasî ve, herwiha astengkirina azadiya ramanê, binpêkirina mafên mirovan û azadiya çapemeniyê, kir.”

Di dewamê de parêzer Nerîman wiha got; “Me di hevdîtinê de li ser mijara doza rojnamevan Silêman Ehmed axivî ku ji 25’ê Cotmeha 2023’yê ve ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin. Ji wê demê ve tevî hemû hewldanên malbata wî û parêzerên me û rojnamevan, aktîvîst, rêxistin û sendîkayên li ser asta herêmî û navneteweyî. Lê hê jî çarenûsa wî nediyare. Ji bilî belav kirina daxuyaniyekê ji aliyê asayîşa Duhokê ve, ku ew jî di bin zexte raya giştî de bû.  Herwiha me behsa wê yekê jî kir ku Silêman Ehmed di girtîgehê de ye û bi sîxuriya ji bo partiyeke siyasî tê tawanbar kirin.”

Têkildarî rewşa yasayî ya rojnamevan Silêman Ehmed parêzerên wî ev agahî bi Berpirsa UNAMI re parve kirin; “Silêman Ehmed ne endamê tu partiyeke siyasî bû, rojnamevanekî serbixwe ye û bi ajansa Rojnews re, ku ajanseke fermî û naskirî ye ku li Iraq û Herêma Kurdistanê lîsans heye, dixebitî. Ew jî bi awayekî fermî hatiye Başûrê Kurdistanê û xwediyê destûra rûniştinê ye. Dema vegeriya Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî fermî û yasayî vegeriya.”

Her wiha parêzer Nerîman da diyar kirin ku wan ji UNAMI re ragihandiye ku piştî çendîn serdan bo Asayîşa Duhokê bi armanca hevdîtina bi muwekîlê xwe re, lê destûr nedan ku bi wan re hevdîtinê bikin, got; “Piştî ku me fermana dadwerî ya dîtina Silêman Ehmed wergirt, ku diviyabû bi fermana dadwer destûr bihata dayîn ku doza wî bibînîn, bi wî re hevdîtinê pêkbinin û wekî parêzerên wî daxwazên me bicih bînin. Lê dîsa destûr nedan me.”

Parêzerê Silêman Ehmed got; “Me jî ji wan re got, em pê hesiyan ku ew di Girtîgeha Asayişa Duhokê de ye. Tevî ku fermana dadwer jî hebû lê belê destûr nedane me em hevdîtinê bi Silêman Ehmed pêkbînin .Li gorî agahiyên me rojnamevan Silêman Ehmed di girtîgehê de gelek caran rastî îşkenceyê hatiye. Li gorî madeya 20 ya benda 13 ya Destûra Iraqê, mafê her girtiyekî heye ku parêzerek hebe. Ev jî binpêkirina mafên mirovane. Li gorî zagona darazê di madeya 40’an careke din tê gotin ku girtî piştî 24 saetan mafê parêzeriyê heye, heta mafê wî heye ku beriya axaftinê ji xwe re parêzerekê bigire.”

Di hevdîtina parêzerên rojnamevan Silêman Ehmed û Berpirsa UNAMI Caroline Moreno, der barê doza rojnamevan Silêman Ehmed de Caroline Moreno wiha got; “Em ji nêzîk ve haydarî doza Silêman Ehmed’in û bi rêya Komîteya Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Windahiyan emê Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bikin ku cihê Silêman Ehmed eşkere bike û bihêle ku bi wî re hevdîtin bên kirin, herwiha hemû mafên wî yên yasayî bên bicih anîn. Emê girîngiyeke tam bidin vê mijarê û di zûtirîn dem de emê serdana Silêman Ehmed bikin.”