DYA'yê ji Iraqê xwest ku komên çekdar ên alîgirê Îranê ji holê rake

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) ji ber êrişên komên çekdar ên ser bi Îranê ve bang li Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Washingtonê kir.

DYA'yê ji Iraqê xwest ku komên çekdar ên alîgirê Îranê ji holê rake
10 nîsan, 2026   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ragihand ku ji bo êrişên milîsên alîgirê Îranê yên li ser berjewendiyên DYA'yê yên li Iraqê şermezar bike, bang li Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Washingtonê kiriye.

Berdevkê wezaretê daxuyanî li ser mijarê da û diyar kir ku wê êrişên li ser berjewendiyên DYA'yê qebûl nekin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê ti êrişa li ser berjewendiyên xwe qebûl neke."

DYA'yê ji hikumeta Iraqê xwest, ku li hemberî milîsên alîgirê Îranê yên li Iraqê tavilê bikeve nava liv û tevgerê û ji bo jiholêrakirina van koman gavên pêwîst biavêje.