ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-04-2026
10 nîsan, 2026   02:00

Xelkê Girke Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke girîng e da ku gelên herêmê bigihêjin aştî û edaletê. BI WÊNE Û DÎMEN

Rayedarên hikûmeta demkî peymanan li ser çavkaniyên xwezayî bi şîrketên taybet re îmze dike û gelê Sûriyeyê ditirsin ku her tişt têkeve destê van şîrketên taybet û ziyan bigihîje wan.

Parêzer Xalid Cebir got dosyaya dîlgirtiyan mijareke mirovî û qanûnî ye, nabe ku çareserkirina wê dereng bimîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Bazarên pez ên li herêma Cizîrê zindî bûne. Li gorî salên borî tevgera kirîn û firotinê zêde bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Nûjîn a Pêşxistina Civakî ya Hesekê bernameya xwe ya bi navê "Ciwan li dijî Nefertê" ku wekî dengekî nû ji bo avakirina aştiyê bi nav dike, didomîne. Ji berpirsên bernameyê Kafiya Day diyar kir ku çapemenî dikare bi belavkirina nûçe û nivîsên xwe pêşiya xîtaba kîn û nefretê bigire û roleke girîng di nava civak û pêkhateyan de bilîze. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên partî û meclisan girîngiya projeya neteweya demokratîk di çarçeserkirina aloziyan de vegotin û ji bo pêşxistina demokrasî û aştiyê banga azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. BI WÊNE Û DÎMEN