DYAˊyê ceza li kesên bêçekkirina Hizbullahê asteng dikin birî

DYAˊyê daxuyand ku ceza li 9 kesên bêçekkirina Hizbullahê asteng dikin birî.

DYAˊyê ceza li kesên bêçekkirina Hizbullahê asteng dikin birî
21 gulan, 2026   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku cezan li 9 kesên bêçekkirina Hizbullahê asteng dikin birî.

Berdevkê Xezîneya Amerîkayê Tommy Pigott îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku "kesên piştgiriyê didin Hizbullamê ajandeyên Îranê yên qirêj li Lubnanê xurt dikin, rêveçûna aştiyê û başbûna gelê Lubnanê asteng dikin."

Pigott da zanîn ku "Berdewama Hizbullah di piştevaniya terorê û redkirina danîna çekan de rêya hikumeta Lubnanê ya pêkanîna aştî, aramî û geşbûnê digire."

Pigott diyar kri ku "ev ceza kesên ku rê li ber bêçekkirina Hizbullahê digirin hedef digirin, di nav wan de endamên parlemantoyê, dîplomatekî Îranî ku serweriya Lubnanê binpê dike û berpirsên ewlehiyê yên Lubnanê yên ku cihên xwe ji bo berjewendiya rêxistineke terorîst bi kar anîne."

(fr)