Tîma Jinan a Hîlal a fotbolê bi Mehmûd Xelîl Elî re civiya

Lîstikvanên tîma Jinan a Hîlal a fotbolê, karmendên teknîkî û îdarî bi Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî re civiyan, hûrguliyên mijara beşdarbûnê ya Şampiyoniya Rojavayê Asyayê zelal kirin. Di civînê de lihevkirin hat kirin ku dest bi amadekariyên Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bikin û mafên wan werin dayîn.

Tîma Jinan a Hîlal a fotbolê bi Mehmûd Xelîl Elî re civiya
21 gulan, 2026   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîstikvanên tîma fotbolê ya Jinan a Hîlal, tevî karmendên teknîkî û îdarî, îro daxuyaniyek der barê hûrguliyên mijara beşdarbûna wan a Şampiyoniya Rojavayê Asyayê de weşandin. 

Daxuyanî wiha ye:

"Ji ber ku hevgirtina me bi malbatên şehîd û dîlgirtiyan re , me pîrozbahî nekir, ceza li me hate ferzkirin û em ji Şampiyoniya Rojavayê Asyayê hatin bidûrxistin û li şûna me lîstikvanên din hatin gazîkirin. Em dixwazin van xalan zelal bikin:

Civînek bi heval Siyamand Efrin (Mehmûd Xelîl Elî) re hate lidarxistin. Siyamend Efrîn li daxwazên me bi tevahî guhdarî kir. Lihevkirinek hate kirin ku dest bi amadekariyên Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bikin, kampên perwerdehiyê yên guncaw peyda bikin, hemû mafên darayî bidin lîstikvanan, hemî şert û mercên pêwîst û hawîrdorek guncaw ji bo serkeftina vê mîsyona neteweyî û werzîşî peyda bikin.

Wekî din, hate diyarkirin ku her kesê ku gotinên nebaş û xerabî li lîstikvanek an endamek karmendên teknîkî û îdarî yên tîma jinan re kiriye dê berpirsiyar be. Hat gotin ku rola jinan rolek pêşeng e, hêjayî rêz û teqdîrê ye û destûr nayê dayîn ku tu sazî yan kesek bi tu awayî vê rolê xirab bike yan kêm bike.

Di heman çarçoveyê de, hate tekezkirin ku pîroziya şehîdan û berxwedana dîlgirtiyan xeta sor e û her kesê ku di her binpêkirin an neheqiyê de beşdar be dê cezayê guncaw wergire.

Hat destnîşankirin ku mijûlbûna bi dosyaya dîlgirtiyan û hewldanên vegerandina koçberên Efrînî bo malên wan, bûye sedema valahî û derengketinê di çareserkirina vê pirsgirêkê de. Lê, Mehmûd Elî diyar kir ku her binpêkirin an xerabiyek li dijî her lîstikvanek an jî her endamek tîma jinan bi tu awayî nayê qebûlkirin û wek vê reftarê tê redkirin û dê bi cidî û berpirsiyarî were çareserkirin.

Em lîstikvan, karmendên teknîkî, îdarî û medyayî yên Tîma Hîlal spasî û teqdîra xwe ya kûr ji malbatên şehîd û dîlgirtiyan re yên ku rêberên me yên exlaqî bûne û dimînin pêşkêş dikin. Her wiha em hewldanên Heval Siyamand, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Rêveber, Desteya Ciwanan û Werzîşê û hemû sazî, beş û kesayetên werzîşî û ne-werzîşî, dezgehên medyayê, rojnamevan û pisporên medyayê yên ku di vê tengaziyê de piştgirî dan me pir girîng dibînin.

Di dawiyê de, dilovanî li şehîdan, azadî ji tevahî dîlgirtiyan re, bijî berxwedana Jin, Jiyan, Azadî."

(fr)