Endamê asayîşê yê xwest şerê malbatan bidawî bike şehîd bû  

Li bajarê Qamişlo di navbera 2 malbatan de şerê çekdarî derket. Hêzên Asayîşê mudaxeleyî bûyerê kir. Endamekî asayîşê şehîd bû.

Endamê asayîşê yê xwest şerê malbatan bidawî bike şehîd bû  
13 hezîran 2024   23:50
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ragihandine, di navbera 2 malbatan de li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê şer derket.

Di şer de çek hatin bikaranîn û di encamê de zirar bi mal û milkên welatiyan bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo bidawîkirina şer berê xwe da cihê bûyerê. Di encamê de jî endamekî asayîşê dema xwest şer bi dawî bike, şehîd bû.

Nûçegihanan diyar kir ku hêzan dewriyeyên xwe zêde kirin û kesên ku bûne sedema şer, destgîr kirin.

(mh)

ANHA