Dîwana Melevan Resûl bi şahiyekê hat îmzekirin

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahiyekê dîwana helbestvanê Kurd Melevan Resûl li bajarê Qamişlo îmze kir.

Dîwana Melevan Resûl bi şahiyekê hat îmzekirin
Dîwana Melevan Resûl bi şahiyekê hat îmzekirin
Dîwana Melevan Resûl bi şahiyekê hat îmzekirin
Dîwana Melevan Resûl bi şahiyekê hat îmzekirin
Dîwana Melevan Resûl bi şahiyekê hat îmzekirin
Dîwana Melevan Resûl bi şahiyekê hat îmzekirin
Dîwana Melevan Resûl bi şahiyekê hat îmzekirin
8 gulan, 2024   20:34
QAMIŞLO

Şahiya îmzekirinê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar ket. Di şahiyê de bi dehan helbestvan û nivîskarên kantonê beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexso bixêrhatina beşdaran kir û li ser têkoşîna helbestvan Melevan Resûl û rola wî di pêşxistina helbest û wêjeya Kurdî de bi giştî axivî.

Piştre helbestvanên beşdar helbest xwendin, dîwan hat îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.

Dîwan bi navê Pîdar e. Dîwan ji nivîsandina nivîskar û helbestvanê Kurd Melevan Resûl e û ji 415 helbestan pêk tê.

(mh)

ANHA