Dagirker gundekî Minbicê topbaran dikin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên Şêx Nasir ve gundê Seyadê yê Minbicê dikin.

Dagirker gundekî Minbicê topbaran dikin
8 gulan, 2024   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de ji baregehên xwe yên Şêx Nasir ve gundê Sedayê yê li bakurê rojavayê kantona Minbicê topbaran dikin. Heta niha 13 guleyên obîsan hatine avêtin.

Hemwextî topbaranê balafireke keşfê li ser herêmê digere.

(fr)