Li Dêrazorê cenazeyê zarokekê hat dîtin

Li bajarokê El Bû Amr ê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê zarokeke xeniqandî hat dîtin.

Li Dêrazorê cenazeyê zarokekê hat dîtin
2 tebax, 2026   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, şêniyên bajarokê El Bû Amr ê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê zaroka bi navê Xela Xemîs Salih El Xemîs xeniqandî dîtin.

Cenazeyê Xela di nava baxçeyekî de li pişt mala wê hat dîtin û veguhestin nexweşxaneya El Wetenî ya bajarê Dêrazorê.

Kesên ev sûc kirine û sedemên wê nehatin zanîn. Lêkolîn dewam dike.

(bb)