Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina 3 saetan a bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk aniye ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
2 tebax, 2026   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê îro ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bîne çûbû Girava Îmraliyê. Heyetê piştî hevdîtina 3 saetan, ji Îmraliyê vegeriya. Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê dê sibê der barê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî were dayîn.