Şahiya Newroza Qendîlê bi dawî bû

Bi dirûşm û gerandina govendê pîrozgahiya Newroza Binarê Qendîlê bi dawî bû.

Şahiya Newroza Qendîlê bi dawî bû
21 adar, 2026   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarî de bi gerandina govandê ya li ber stranên hunermendan pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê ya ku bi deh hezaran welatiyên ji hemû beşên Kurdistanê cihê xwe girtibûn, bi dawî bû.

Tevî baran û sermaya zêde jî tevahî rojê welatiyan bi coş û xuroş Newroz pîroz kirin.

Piştî stranên hunermendên weke Luqman Selîm, Çopî Fetah, Koma Hunerê ya Şengalê, Koma Hunerî ya Mexmûr, Hunermend Ferhat Merdê, Mihemed Germiyanî, Xezal Mistefa, Rêvîn Aras, Samal Salih bi coş û xuroş govend gerandin û şûnde pîrozbahî bi dirûşman bi dawî bû.