Di topbarana li ser Eyn Îsayê de zarokek birîndar bû

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Eyn Îsayê ya kantona Firatê de zarokeke 16 salî birîndar bû.

Di topbarana li ser Eyn Îsayê de zarokek birîndar bû
28 kanûn, 2023   10:51
EYN ÎSA

Duh piştî nîvê şevê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encama hedefgirtina rasterast a taxên başûrê navçeyê de zaroka bi navê Xilûd El Mistefa (16) ji lingê xwe birîndar bû, dema hewl dida tevî malbata xwe ji mal birevin. Dûre Xilûd ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Reqayê.

Li gorî agahiyên malbatê dane, 3 tendonên lingê wî yê rastê qut bûne.

(şx)

ANHA