Ji Efrînê heta Amûdê Xelîl Elo dîsa rûbirûyî hovîtiya dewleta Tirk ma

Welatiyê bi navê Xelîl Elo ji kantona Efrîna dagirkirî ye, piştî êrişên dagirkirinê yên sala 2018`an ji warê xwe koçber bû û li Amûdê bi cih bû û kargeheke zeytûnan vekir. Lê careke din rûbirûyî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ma ku kargeha wî bombebaran kir.

Ji Efrînê heta Amûdê Xelîl Elo dîsa rûbirûyî hovîtiya dewleta Tirk ma
28 kanûn, 2023   10:37
QAMIŞLO
LAVA ÎBRAHÎM

Adara 2018`an, dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê kantona Efrîn dagir kir. Di encamê de zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn ku beşeke wan li kantona Şehbayê bi cih bûn û hinek jî li Helebê û kantonên Firat û Cizîrê.

Ji wan koçberan, Xelîl Elo (50) yê ji gundê Dimiliya yê kantona Efrînê ye. Di êrişên 20`ê Çileya 2018`an de 3 zarokên wî birîndar bûbûn.

Dema dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, 2 şîrketên zeytûnan û guvaştgeheke zeytûnan ên Xelîl Elo desteser kirin.

Xelîl Elo piştî demekê li Şehbayê ma, sala 2019`an berê xwe da navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê û li wir ji nû ve dest bi kar kir û kargeheke zeytûnan vekir.

Lê Elo careke din rûbirûyî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ma ku balafirên bêmirov kargeha wî kir hedef û di encamê de zirarên mezin li kargehê bûn.

Beriya êrişê, kargeh rojane 5 ton zeytûn hilberand. Berhemên xwe dadixist sûkên navçeyê û ya zêde jî ji derveyî herêmê û Ewropayê re hinarde dikir.

Lê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker kapasîteya kargehê kêm bû û daket tonekê. Ji wê zêdetir, derdora 200 hezar dolar zirar li kargehê bûye.

Di kargehê de 100 karker dixebitin. Li gorî pêwîstiyê hejmara wan zêde dibe û hin caran digihaşt 150 karkeran û hemû jî debara malbata xwe di karê vê kargehê de peyda dikirin.

Niha, kargehên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen ên di kargehê de kar dikirin, bê kar in. Li gorî Elo herî kêm 5 meh gerek in heta xebatên sererastkirinê bi dawî bibin nemaze li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêç heye û anîna amûrên pêwîst dem û pereyên zêde dixwaze.

Elo destnîşan kir ku Tirkiye derewan dike, dema dibêje ew navend û cihên girêdayî rêxistinan dike hedef û wiha domand: "Tu têkiliyan min bi tu partiyekê yan jî rêxistineke siyasî re tune ye. Xem û derdê Tirkiyeyê yê yekane Kurd tiştek ji mafên xwe bi dest nexin."

(şx)

ANHA