Balafirgeha Şamê ji nû ve dest bi xebatê kir

Bêyî ragihandineke fermi, balafirgeha Şamê dîsa ket meriyetê piştî ku 2 caran ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hate bombebarankirin.

Balafirgeha Şamê ji nû ve dest bi xebatê kir
28 kanûn, 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rawestîna di encama êrişa Îsraîlê ya 22`yê Cotmehê de, balafira yekemîn ji Balafirgeha Şamê bi rê ket. 

Şîrketên veguhastinê ragihand ku balafirgehê duh careke din dest xebatê kir, lê tu daxuyanî ji aliyê Wezareta Veguhastinê ya hikumeta Şamê ve têkildarî mijarê nehatin dayîn.

Li gorî çavkaniyan, balafira birêketî ya şîrketa Ecnihet El Şerq e û ber bi Moskovê ve çûye.

26`ê Mijdarê balafirên şer ên Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kiribû û di encamê de balafirgeh rawestiyabû.

Beriya wê di 22`yê Cotmehê de balafirên şer ên Îsraîlê êrişî balafirgehê kiribû û di encamê de 2 karmendên wê hatibûn kuştin.

(şx)