Di şerê li Xezayê de bîlançoya kuştiyan girantir dibe

Şerê Îsraîl û Hemasê dewam dike. Li gorî daneyan di şer de 21 hezar û 822 welatiyên Filistînê jiyana xwe ji dest daye.

Di şerê li Xezayê de bîlançoya kuştiyan girantir dibe
1 ÇILE, 2024   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand di êrişên Îsraîlê yên di berbanga îro yên li Xezayê de kuştî û birîndar hene.

Li gorî heman ajansê "Di roja 87’an de êrişên Îsraîlê li ser Şerîda Xezayê dewam kirin. Îsraîl bi balafir û obusan herêma navîn a Şerîda Xezayê û derdora mizgefa Ebû Dawûd a li Wargeha 2 a li Nisêrat bombebaran kir. Her wiha bi obusan derdora herêma Cebalya Beled a bakurê Şerîda Xezayê û taxa Tufah a li rojhilatê bajarê kirin hedef."

WAFA’yê ragihand ku herêma navîn a Şerîda Xezayê bi balafir û obusan bi dijwarî hat bombebarankirin.

Çavkaniyên tenduristiyê duh derengiya şevê agahî da ku Îsraîlê balafirên şer li nêzî Çerxerêya Dewla ya li taxa Zeytûn a li rojhilatê Xezayê komeke welatî bombebaran kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

WAFA’yê da zanîn ku di encama şerê Îsraîl û Hemasê de 21 hezar û 822 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 56 hezar û 451 kes jî birîndar bûne, her wiha bi hezaran kes winda ne.

Li gorî bîlançoya AFP’ê, di şer de derdora hezar û 140 îsraîlî jî hatine kuştin.

(bb)