Çeteyan li Efrînê malbatek revand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê malbatek revand.

Çeteyan li Efrînê malbatek revand
1 ÇILE, 2024   12:19
HELEB

Li Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên revandin û guhertina demografiyê bê navber dewam dikin.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di roja ewil a sala nû de malbatek ji mala wê revand. Li gorî heman çavkaniyan, çeteyan jina bi navê Ferîda Îbrahîm, hevjînê wê Delîl Hebeş û 2 zarokên wan ji mala wan a li nêzî Çerxerêya Neworz a li navenda bajarê Efrînê (ku navê kirine Çerxerêya Selahedîn) revandin û birin cihekî nediyar.

Ferîda Hebeş (27) ji gundê Meydan Ikbis, hevjînê wê Delîl Hebeş (32) ji navçeya Raco ye.

(bb)

ANHA