Li Japonyayê erd hejiya

Li eyaleta Ishikawayê ya Japonyayê bi pileya 7,4 erdhejek bihêz çêbû . Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin.

Li Japonyayê erd hejiya
1 ÇILE, 2024   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Weşana fermî ya Japonyayê NHK daxuyand ku li navenda Japonyayê bi bileya 7.4 erdhejek çêbû. Piştî erdhejê Saziya Meteorolojiyê ya Japonyayê ji bo peravên rojaveyê herêmên Işikawa, Niigata û Toyamayê, hişyariya tsunamiyê kir.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê jî hêza erdhejê bi 7,5 pile ragihand.