Di rojnameyên erebî de pêvajoya aştiyê û astengiyên li pêşiya El Şeri

Çavdêriyan diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê karî wêneya xwe li derve de xweşik nîşan bide, lê serkeftin di hundirê Sûriyeyê de pêk neanî. Hate gotin, pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi krîzeke nû re rû bi rû ye, di heman demê de Rûsya israr dike ku li Port Sûdanê baregehek ava bike.

Di rojnameyên erebî de pêvajoya aştiyê û astengiyên li pêşiya El Şeri
6 kanûn, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibê derketine de, cih da rewşa Sûriyeyê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her wiha rewşa Sûdanê.

EL ŞERI SALEK DESTHILAT E: LI DERVE SERKEFTIN, LI HUNDIR BEND

Rojnameya El Ereb der barê Sûriyeyê de nûçeyek weşand. Hate gotin serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku salek li ser desthilatê ye, karibû wêneya xwe di qada navneteweyî de xweşik nîşan bide û ji cezayên ku welat westandibûn, rizgar bike, lê di qada navxweyî de hîna nikariye saziyan ava bike û ewlehiyê kontrol bike û baweriya tevahî sûriyeyan bi dest nexistiye.

Rojnameyê îşaret pê kir ku di demekê de ku hêviyên sûriyeyan mezin bûn ku El Şeri welat piştî 14 salan ji şerê wêranker ber bi ewlehiyê ve bibe, lê bûyerên bixwîn ên li ser esasê mezehbî li dijî Elewî û Durziyan, her wiha êrişên domdar ên Îsraîlê rêgeha pêvajoya demkî tevlihev kir.

’KRÎZEKE NÛ LI PÊŞBER PÊVAJOYA AŞTIYÊ LI TIRKIYEYÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî ciha da pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û diyar kir  " Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ji ber nakokiya li ser nepeniya hevdîtina şandeyeke parlementoyê ya bi serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê ya li rojavayê Tirkiyeyê, bi krîzek nû re rû bi rû ye."

Rojnameyê bi bîr xist ku di civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî ya  parlementoyê de ku roja ji bo guhdarîkirina raporek li ser hevdîtina şandeyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hatibû veqetandin,  nakokî di navbera parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Gel a Komarî (CHP) de derketin.

Rojnameyê diyar kir ku parlamenterên DEM Partiyê ragihand ku rapora di civînê de hat xwendin ku hevdîtina 24’ê Mijdara borî ya şandeyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re vedibêje, hatiye kurtkirin û ji navaroka wê derketiye.

’ÇIMA RÛSYA ISRAR DIKE KU BAREGEHEKE LEŞKERÎ LI PORT SUDANÊ AVA BIKE?’

Rojnameya The Independent jî cih daye rewşa Sûdanê diyar kir ku mijara baregeheke deryayî ya Rûsyayê li Port Sudanê di nav pêşbirkek navneteweyî ya li ser Deryaya Sor de bi xurtî derketiye pêş.

Li gorî rojnameyê, tevî ku peyman ji sala 2020’î û vir ve rawestiyaye jî, xuya ye ku Moskov û Xartûm dan û standinan didomînin û sedema vê yekê jî spart ’’şerê Sûdanê, pêşbirka di navbera hêzên herêmî yên wekî Îran û Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî yên wekî DYD û Çînê de’’.

Rojnameyê îşaret pê kir ku ’’Port Sudanê ji bo Rûsyayê re cihekî stratejîk e ku rêyên bazirganiya cîhanî bişopîne û bandora xwe ya winda li Deryaya Rojhilat telafî bike, di heman demê de Konseya Serwer vê mijarê bikar tîne da ku zextê li hêzên rojava bike. Lê hêzên herêmî li dijî vê tevgerê ne.’’

(bb)