QSD’ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

QSD’ê nasnameya şervanekî aşkera kir ku sala 2024’an di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser Pira Qereqozaqê şehîd bibû.

QSD’ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
6 kanûn, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta şervanekî de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Hevrêyê me Zeyno par di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de li ser pira Qereqozaqê şehîd bû. Zeyno bi lehengî li ber xwe da û di rêya parastina gel û xaka xwe de gihaşt asta şehadetê. Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe şehîd Zeyno û tevahiya malbatên şehîdan re dixwazin. Em teqez dikin ku xwedîderketina li bîranîna şehîdan û domandina rêya wan dê di meşa me de zindî bimînin ta armancên wan ên avakirina welatekî bê teror û bê dagirkerî bighînin serî."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Zeyno

Nav û paşnav: Macid Îsa

Navê dayikê: Melka Beşîr El Îsa

Navê bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Minbic-Hêmer Cîs

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê-8 kanûn 2024

(bb)