Di rojnameyên Erebî de îro: Tehrîr El Şam û aloziya li Derya Sor

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser hewldanên çeteyên Heyet Terhrîr El Şamê yên ji bo avakirina pergalek wekî ya Talîban,  Şerê Îsraîl-Hamasê û aloziya li Deryaya Sor.

Di rojnameyên Erebî de îro: Tehrîr El Şam û aloziya li Derya Sor
5 ÇILE, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb El Londoniye di hejmara xwe ya îro de cih da hewldana çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ku dixwazin li Idlibê desthilatdariyeke mîna ya Talîban ava bikin. 

Di nûçeya bi sernavê "Tehrîr El Şamê desthilatdariyeka mîna ya li Talîban li Idlibê ava dike” de hate diyarkirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hewl didin şêwazekî civakî yê hişk li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên dagirkirî ferz bike. Li gorî nûçeyê, çete hewl didin sûdê ji mercên herêmê yên awaret û paşketina elaqeya navneteweyî ya ji bo aloziya Sûriyeyê bigirin da ku projeyên xwe yên tundrew pêk bînin.

’ŞERÊ LI DERAYA SOR BAZIRGANIYA CÎHANÊ GIRAN DIKE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd cih da şerê li Deryaya Sor. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku aloziya leşkerî ya di navbera hêzên DYA û Hûsiyan de metirsiyên li ser keşteyên li Deryaya Sor û Qenala Siwês re derbas bibin, zêdetir dikin. Hate gotin ku ji ber êrişan şirketan rêya xwe guhertiye, di encamê de lêçûna veguhestinê bilind bûye û dema rêwîtiyê di navbera 10 heta 15 rojan  de zêde bûye. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Misirê çavkaniya sêyemîn a ku ji dahatên Qanala Siwêsê qezenc dike, winda kiriye.

Rojnameya El Beyan jî bal kişandiye ser serdana Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken a ji bo Rojhilata Navîn. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Anthony Blinken li gel fikarên ku çarçoveya şerê Îsraîl-Hemasê li herêmê berfireh bibe jî, dê vegere Rojhilata Navîn. Di nûçeyê de hat gotin: “Serdana Blinken a ku dê hefteyekê dewam bike, dê Îsraîl, Şerîda Rojava, Urdun, Qeter, Îmarat, Erebistana Siûdî û Misirê jî bigire nava xwe. Her wiha wê di Tirkiye û Yewnanistanê re jî derbas bibe."

(bb)