Di panela MSDˊê de bal li ser siyasetên Tirkiyeyê hat kişandin

MSDˊê li Helebê têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker li hember dewletên cîran panelek li dar xist. Beşdaran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ˊmetirsiyên ewlehiyêˊ dagirkirina xaka Sûriyeyê rewa dike.

26 tebax, 2024   16:34
HELEB

Bi sernavê ˊPêşeroja Sûriyeyiyan di nêzîkbûna Tirkî-Sûrî deˊ Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) û Partiya Sûriya Pêşerojê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelek li dar xist. Di panelê de nedamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, kesayetên serbixwe û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.

Di panelê de hevserokê MSDˊê ya şaxê Helebê Mihemed Xerîr axivî û got: "Em dibînin ku dê nêzîkbûn bi xwe re dosyaya Sûriyeyê krîztir bike."

Li ser sedemên israra dewleta Tirk a nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re Xerîr wiha domand: "Gelek dosyayan bandor li helwesta Tirkiyeyê kirin. Ji wan jî metirsiya pêkanîna pergala demokratîk li ser sînora bi Sûriyeyê re."Têkildarî helwesta navneteweyhî ji normalîzekirinê Xerîr wiha pê de çû: "Ereb û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe vê yekê pêşwaz dikin da ku ji dosyaya Sûriyeyê rizgar bin."

Li ser armancên hevbeş ku dê bi xwe re nêzîkbûnekê di navbera her du dewletan de bînin Xerîr wiha dewam kir: "Li kêlek mezinbûna nakokiyan di navbera Şam û Enqereyê de lê her du li dijî Rêveberiya Xweser û rê li pêş veguherîneke demokratîk li herêmê lihevkirî ne."

Dûre beşdaran nîqaş kir. siyasetmedarê serbixwe Ebdulezîz Hemdoş axivî û got: "Dewleta Tirk ne li gorî bingehên siyasî, lê li gorî bingehên ewlehî têkiliyan bi cîranan re datîne. Îmzekirina lihevkirina ewlehiyê ya vê dawiyê bi Iraqê re şahidê vê yekê ye. Di 1998ˊan de li ser aloziyeke ewlehiyê Tirkiye bi Sûriyeyê re Peymana Edeneyê îmze kiribû."

Hemdoş wiha domand: "Lihevkirina Tirkiye bi Sûriyeyê re tenê li ser hesabê Kurdan û doza Kurd e."

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê Mistefa Qelecî axivî û got: "Tu têkiliyên hêzên navneteweyî bi bidawîkirina krîza Sûriyeyê re tune ne, lê berovajî wê ew li berjewendiyên xwe digerin."

Qelecî hevdîtinên nepen ên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dihatin lidarxistin aşkera kirin û got: "Dewlet tenê li ser berjewendiyan diaxive, li ser pirsgirêkên gel nasekine, paşguh dike. hevdîtinên di navbera her du dewletan de nesekinîne."

ANHA