Hêzên Ewlekariya Hundirîn li giliyên şêniyan guhdarî kirin

Di çarçoveya rûniştandina ewlehî û aramiya herêmê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gilî û pêşniyariyên şêniyên kantona Firatê guhdarî kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li giliyên şêniyan guhdarî kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li giliyên şêniyan guhdarî kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li giliyên şêniyan guhdarî kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li giliyên şêniyan guhdarî kirin
26 tebax, 2024   16:46
KOBANÊ

Ji bo guhdarîkirina li giliyên şêniyên kantona Firatê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cara yekemîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê civînek li dar xist. Di civînê de rûspiyên eşîran, rêveberên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a kantonê, fermandar û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Şêniyan di civînê de pêşniyar û giliyên xwe parve kirin. Şêniyan pêşniyar kir ku dewriye di nav bajaran de werin zêdekirin û cezayê giran li kesên pirsgirêkan derdixin were birîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku gilî û pêşniyariyên şêniyan di cih de ne û wan bang li şêniyan kir ku bi hêzan re hevkar bin.

(mh)

ANHA