Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

Di meha Mijdarê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
8 kanûn, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

JINNEWS’ê bîlançoya  tundiya li ser jinan a meha Mijdarê aşkera kir. Li gorî wê, di meha Mijdarê de 23 jin û 3 zarokan hatine qetilkirin û 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyan; 8 jin ji hêla hevjînên xwe ve, 2 jin ji hêla mêrên hevberdayî ve, jinek ji hêla zilamê di qonaxa hevberdanê de, 2 jin ji hêla zilamên ji hev veqetiyayî ve, jinek ji hêla zilamê bi hev re dijiyan ve, 3 jin ji hêla nas an jî hevalên xwe ve, jinek ji hêla cîranê xwe ve, yek ji hêla bavê xwe ve, yek ji hêla kurê xwe ve û yek jî ji hêla xezûrê xwe ve hatine qetilkirin. Her wiha jinek ji hêla faîlên nasnameya wan nehat aşkerakirin ve û yek jî ji hêla mêrekî ve hate qetilkirin.