NY’yê ‘bêxemiya’ cîhanê ya li hember banga alîkariyê şermezar kir

Neteweyên Yekbûyî "bêxemiya" cîhanê ya li hember êşa 87 milyon kesên mexdûr şermezar kir û hişyarî da ku krîza fînansmana mirovî ya sala 2026’an xerabtir bibe.

NY’yê ‘bêxemiya’ cîhanê ya li hember banga alîkariyê şermezar kir
8 kanûn, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Tom Fletcher li New Yorkê di civîneke çapemeniyê de daxuyand ku wan ji bo sala 2026’an bangeke mirovî kiriye û got bang armanc dike ku 23 milyar dolar ji bo alîkariya 87 milyon kesan li deverên wekî Xeza, Sûdan, Haîtî, Burma û Ukraynayê berhev bike.

Tom Fletcher “bêxemiya cîhanê” ya li hemberî vê bangê şermezar kir û hişyarî da ku kêmbûna fînansekirina vê bangê dibe ku bibe sedema karasetan.

(b)