Di êrişên Rûsyayê de 7 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di êrişa Rûsyayê ya li ser bajarê Okhtyrka yê Ukraynayê de herî kêm 7 kes birîndar bûn. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî daxuyand ku wê 67 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Di êrişên Rûsyayê de 7 kes birîndar bûn
8 kanûn, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê bajarê Okhtyrka yê herêma Sumy a li bakurê rojhilatê Ukraynayê Oleh Hryhorov îro ragihand ku balafirên bêmirov ên Rûsyayê li avahiyek daye û di encamê de herî kêm 7 sivîl birîndar bûne.

Walî diyar kir ku avahiyê zirarên mezin dîtin û destnîşan kir ku hin kesan piştî êrişê xwe spart qatên jêrîn. Walî got ekîbên rewşên awarte hin kesên li qatên jorîn rizgar kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku şeva borî 67 dronên Ukraynayê li ser gelek deverên Rûsyayê xistine xwarê û îmha kirine.

Şerê Rûsya û Ukraynayê 4 sal e dewam dike. Di encamê de piranî ukraynayî, bi hezaran kes hatin kuştin. Her du alî hev bi kuştina sivîlan tawanbar dikin.

(b)