Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû

Rêzeçalakiyên Mîhrîcana Rojava bi beşeke xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî û xwendina helbestên wî, her wiha bi şevbuhêrka helbestan a `Êvara Ava Mezin` û pêşandana filmê `Sibe Dereng e` didome.

Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
Di Mîhrîcana Rojava de; beşa xatirxwestina ji sala Melayê Cizîrî hebû
21 kanûn, 2023   20:15
QAMIŞLO

Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) tê lidarxistin, li navenda HRRK`ê ya bajarê Qamişlo di roja xwe ya 7`an de dewam dike.

Bi amadebûna endamên saziyên çandî û rewşenbîrî, nivîkar û rojnamevanan çalakiya xatirxwestina ji sala Helbestvan û Nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî re hat lidarxistin (HRRK`ê ji ber dûrxistina Meleya Cizîrî ji dîroka Kurdan sala 2023`an kir sala Melayê Cizîrî). Bi gotûbêjeke vekirî di navbera beşdaran, endamê HRRK`ê Kemal Necim û Nivîskar Diyar Bohtî ve çalakî pêk hat.

`CARA YEKEMÎN DI 2023`YAN DE MELAYÊ CIZÎRÎ BÛ ROJEV`

Kemal Necim ji Diyar Bohtî pirsa “ji bo Melayê Cizîrî di 2023`yan de çi hat kirin û diviyabû çi bê kirin?” kir.  Diyar Bohtî diyar kir ku xwestek ew bû ku em Melayê Cizîrî bi civakê bidin naskirin, ji ber hewldanên dûrketina wî ji Kurdiyetê heye dixwazin wî li ber çavên Kurdan reş bikin. Civak tenê dizane helbestên Melayê Cizîrî xweş in û wiha dom kir: “Çepgirê Kurdan qet xwedî li Melayê Cizîrî derneketin, ew zane û fîlozofekî Kurd bû.”

Di berdewama bersiva pirsan de Diyar Bihotî da zanîn ku wan dixwest û bi taybet HRRK`ê hewl da ser navê Melayê Cizîrî konfranseke neteweyî li dar bixe, lê ji ber rewşa heyî bi parçebûna Kurdistanê re pêk nehat. Tevî hemû astengiyan cara yekemîn bû, di vê salê de li Rojava anku li beşekî Kurdistanê di heyama salekê de Melayê Cizîrî bû rojev, bû rojeva zanîngehan jî.

DIVÊ LI DIBISTANAN JÎ MELAYÊ CIZÎRÎ HEBE

Diyar Bohtî destnîşan kir ku heke aliyên peywendîdar bixwazin Melayê Cizîrî di zakîreya civaka xwe de bi awayekî rast bihêlin, pêwîst e mijara wî teng nemîne; erka desteya perwerdeyê ye ku di nava materyalan de der barê Melayê Cizîrî de waneyan bi cih bike.

Diyar Bohtî bal kişand ser aliyên din ên Melayê Cizîrî û wiha got: “Mirovekî xwe bawere, ne ji xwe razî ye, hest û welatperweriya wî heye, dibêje ku di aliyê wêjeyî de her kes ji helbestên wî fêm nake, ji ber ew bi sihir kiriye, dibêje ku beşeke ji helbestê min sihir e. Ew xwedî pêşbîniyeke pir xurt e di helbestên xwe de wiha daye diyarkirin, tişta gotiye va piştî 400 salan pêk tê. Evîn li cem wî di ser her tiştî re ye, bingehê her tiştî evîn e.”

Di çalakiyê de beşdaran nêrînên xwe ser Melya Cizîrê bi haziran re parve kirin.

Piştre ji aliyê helbestvanên bi navê Mihemed Eşref û Îbrahîm Silêman ve helbestên Melayê Cizîrî hatin xwendin.

Bi şevbuhêrka `Êvara Ava Mezin` helbestvanên bi navê, Ebdurehman Silo, Mihemed Zekî Gergerî, Yûsif Ebû Ceger, Ehmed Ciwêl û Mehmûd Ebdo ku hemû ji bajarê Dêrikê ne helbestên xwe bi zimanê Kurdî xwendin.

Di beşa sînemayê de jî filmê bi navê `Sibe Dereng e` yê derhêner Mezlûm Demir hat pêşandan.

(sb)

ANHA