Li Qamişlo di semînerê de aliyên felsefî, wêjeyî û hunerî yên li gel Rêbertî hatin nîqaşkirin

Li Qamişloyê semînerek hate dayîn. Di semînerê de aliyên felsefî, wêjeyî û hunerî yên li gel Rêber Abdullah Ocalan hatin nîaşkirin.

Li Qamişlo di semînerê de aliyên felsefî, wêjeyî û hunerî yên li gel Rêbertî hatin nîqaşkirin
Li Qamişlo di semînerê de aliyên felsefî, wêjeyî û hunerî yên li gel Rêbertî hatin nîqaşkirin
Li Qamişlo di semînerê de aliyên felsefî, wêjeyî û hunerî yên li gel Rêbertî hatin nîqaşkirin
Li Qamişlo di semînerê de aliyên felsefî, wêjeyî û hunerî yên li gel Rêbertî hatin nîqaşkirin
Li Qamişlo di semînerê de aliyên felsefî, wêjeyî û hunerî yên li gel Rêbertî hatin nîqaşkirin
21 kanûn, 2023   21:19
QAMIŞLO

Koordînasyona Wêje ya Navenda Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê der barê nêrîna Rêber Abdullah Ocalan li ser felsefe, wêje û hunerê de semînerek da. Ew semîner di çarçoveya piştgiriya pêngava Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku bi diruşma ′Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de hate dayîn.

Di semînerê de nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Însiyatîfa Gel, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, akademisyen, kesayetên civakî û rewşenbîr, xwendekarên ji Zanîngeha Rojava beşdar bûn.

Semîner ji 2 mijaran pêk hat. Ya yekemîn behsa nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a li ser felsefeyê û felsefeya wî bû. Lêkoler û endama Navenda Lêkolînan a Firatê Çinar Salih ew beş da. Her wiha mijara duyemîn jî li ser nêrîna Rêber Abdullah Ocalan ji wêje û hunerê re bû û ji hêla nivîskar û mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf ve hate dayîn.

Di mijara yekemîn de Çînar behsa girîngiya nîqaşê û lêkolînkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan kir ku werin fêmkirin û fikrên Rêbertî dabeşî 2 qonaxan kir; beriya Îmraliyê û di Îmraliyê de.

Çînar wiha got: "Beriya derketina Rêbertî û fikrên wî, 2 blokên felsefîk hebûn; madî û ruhanî naku nemadî. Lê bi derketina fikrên Rêber Abdullah Ocalan re blokeke din derket, teorî, alî û fikrên nû yên her du blokên berê kom kirin, xwendin, lêkolînkirin û tevahî felsefe nîqaş kirin."

Çînar wiha domand: "Rêbertî di qonaxekê de jî ne madî bû, bi Suqrat, Zerdeşt û Sofiyê bandor bû ku şoreş û exlaq temsîl kirin û di pêvajoyeke ji pêvajoyên xwe de jî ne Markisî bû. Li gorî Rêbertî, felsefeya madî ku Markisî parçeyek ji wê ye, felsefe weke alaveke gihandina ber bi desthilat û dewletê ve bi kar anî."

Lêkolîner Çînar qonaxa duyemîn a Rêbertî (li Îmraliyê) weke zayîna felsefeyê bi nav kir, ku tê de behsa heqîqet, gerdûn, jiyan û mirov nîqaş kir. Ew di pirtûkên xwe de “Em Çawa Dijîn”, “Parêznameya Atînayê”, “Parastina gelekî” û pênc cildên ku wî yên nivîsandine nîqaş kirin. Wî felsefeya Marks, Hegel û Nietzsche xwendiye. Feylesofê Alman ji ber diyalektîk an diyalektîka wî ya ku li ser rexneyê ava kiriye û bûne sedemên şeran rexne kiriye. Di heman demê de pesnê diyalektîka Hegel dida, ku li ser prensîba rexnekirinê avakiribû û alternatîfek pêşniyar dikir, lê di heman demê de wî hemû ramanên Hegel qebûl nekirin, ji ber ku ew di heman demê de nûnerê netewe-dewletê bû û diparêze.

Çînar diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe li kêlek diyalektîka ku rexne, lêkolîn û nîqaş dike û altarnetîfan pêşkêş dike, ji fîlozofê Alman Nietzsche‎ ku nûnertiya rastiya jiyanê ya li ser işq û hezkirinê ye, nêz e.

Rêber Abdullah Ocalan fikrên tevahî fîlozofan û aliyên baş xwendin û lêkolîn kirin; fikr û felsefeya xwe ya taybet ku bi gerdûna jiyan û mirov tê naskirin çêkir, ji lew re felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe dispêre aliyên ruhanî, sofî û zanistî.

Beşîr Mela Newaf jî behsa nêrîna Rêber Abdullah Ocalan li ser huner, wêje û çandê kir û wesifandina wî ji rewşa gelê Kurd re û hin nirxandinên ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xistin; dîroka di dema niha de veşartiye û em di destpêka dîrokê de veşartî ne. Her wiha Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku Kurd di dirêjahiya sedsalan de di hovantirîn dagirkeriyan re derbas bû; dagirkerî û mêtingeriya çandî. Bi wê re gelê Kurd ji rastiyê bi dûr xist, ji çand û zimanê wî tecrîd kir.

Newaf wiha domand: "Rêbertî girîngiyeke mezin da wêje, huner, çand û ziman."

Newaf anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku divê gelê Kurd di aliyê çandî de di şoreşa çanda civakî de rizgar be, ne pêkan e gelek bêyî rizgarkirina di aliyê çandî de were rizgarkirin. Tiştê îro di Şoreşa Rojava de ji şoreşa civakî bi pêşengtiya jinê pêk tê, ji bo fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, nimûne ye.

Li ser huner, wêje û fikrên Rêbertî lêkoler hin gotinên Rêbertî bi bîr xistin û got: "Huner û şer bi hev re dimeşin, têkoşîna gelê Kurd raber dike huner bi xwe ye. Wêje zimanê rastîn ê mirovan e. Şoreşa ku dîrokeke nû neafirîne ne şoreş e. Şoreşg bêyî hunerê ne şoreş e. Rêbertî girîngiyeke mezin da rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd."

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdaran nêrîn xwe pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA