′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′

Şêniyên kantona Minbicê destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan bingeha xelasiya gelan ji bindestiyê ye û got, "Bi hevgirtina xwe em ê bibin parêzvanên xaka xwe û destekftiyên şoreşa xwe yên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin."

′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′
′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′
′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′
′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′
′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′
′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′
′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′
′Azadiya Rêbertî bingeha azadiya gelan ji bindestiyê ye′
21 kanûn, 2023   19:59
MINBIC

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Minbicê bi meşekê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

meş ji çerxerêya Seba Behrat a navenda bajêr bi beşdariya xelkê Minbic, Kobanê û Reqayê dest pê kir û ber bi navenda tevgerê ve bi rê ket.

Li wir, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Minbicê Ehmed El Cemçêlî got: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bingeha xelasiya gelên Rojhilata Navîn ji bindestiyê ye."

El Cemêlî hedefgirtina navenda tevgerê ya Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got: "Em ji wan re dibêjin ku ev hedefgirtinên we îrade û hêza me ya pêkanîna serkeftinê zêde dikin."

El Cimêlî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê heta pêkanîna serketinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwe bispêrin fikrên Rêber Abdullah Ocalan û fikra neteweya demokratîk. Bi hevgirtinê em ê bibin parêzvanên xaka xwe û destkeftiyên şoreşa xwe ku bi fedakariyên şehîdan pêk hatine."

(mh)

ANHA