Di Mîhrîcana Nûjiyan de; şahidiya jineke Ermen li hemberî hovîtiya Osmaniyan

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan roja xwe ya pêncemîn bi pêşkêşkirina fîlman qedand. Di belgefîlmeke ku hate pêşandan de serpêhatî û şahidiya jineke ku ji komkujiyên Ermenan ên ku bi destê Osmaniyan pêk hatin, hate vegotin.

Di Mîhrîcana Nûjiyan de; şahidiya jineke Ermen li hemberî hovîtiya Osmaniyan
Di Mîhrîcana Nûjiyan de; şahidiya jineke Ermen li hemberî hovîtiya Osmaniyan
Di Mîhrîcana Nûjiyan de; şahidiya jineke Ermen li hemberî hovîtiya Osmaniyan
Di Mîhrîcana Nûjiyan de; şahidiya jineke Ermen li hemberî hovîtiya Osmaniyan
29 gulan, 2025   22:20
QAMIŞLO

Di Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan pêşandana fîlm, kurtefîlm û belgefîlmên curbicur ên ku behsa çîrokên jinan di nava civakê û bin desthildariya dewletan de dike, didome.

Di çarçoveya bernameya danê êvarê ya roja pêncemîn ji mîhrîcanê ku li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo dewam dike de, belgefîlma ‘Aurora`s Sunrise – Roja Aurora’ bi derhêneriya Inna Sahakyan (2022) hate pêşandan. Ev belgefîlm der barê jineke Ermenî bi navê Orora Mardîgiyan e, ew yek ji jinên ku ji komkujiyên li dijî Ermenan (1915-1917) yên ku ji aliyê Osmaniyan ve pêk hatiye, rizgar bûye. Ew jin li sûka koleyan hatiye firotin, paşê li Amerîka bi rêya fîlmekê li ser jiyana xwe bûye lîstikvaneke navdar.

Kurtefîlma ‘A House Near The Sun – Malek Nêzî Rojê’ bi derhêneriya Miriam Samadi-Ronya Schamlian jî hate pêşandan. Ew kurtefîlm behsa êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser bajarê Kobanê dike.

Her wiha Belgefîlma ‘I Will Wait For You By The Sea – Li ber deryayê ez ê li benda te bim’ bi derhêneriya Rasia Yusuf (2023) û ‘Left Handed - Çep’ bi derhêneriya Nasrin Mohammadpour (2022) jî hatin pêşandan.

Xwendekarên peymangehên hunerê, endamê saziyên civaka sivîl û yên çand û hunerê li fîlman temaşe kirin.

Îro danê sibehê li kêlek pêşandana fîlman, kargeha Reportaj û Montajê ya ji aliyê Pispora Montaj, Kamerevana Sînemayê û Televîzyonê Valentina Sarogni ji bo endamên Jin Tv tên dayîn û li ser 3 (29-30-31) rojan tê birêxistinkirin, dest pê kir.

Bernameya roja şeşemîn ji mîhrîcanê wiha ye:

Kargeha Reportaj û Montajê dewam dike.

Danê sibehê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo saet 15:00`an fîlmê ‘If You Are Afraid, You Put Your Heart Into Your Mounth And Smile’ bi derhêneriya Marie Louse Lehner (2025) tê pêşandan.

Danê êvarê li Baxçeyê Azadî saet 20:00`an fîlmê ‘Hêza’ bi derhêneriya Derya Deniz (2022) û saet 21:00`an fîlmê ‘Anqa’ bi derhêneriya Helîn Çelik (2023) tê pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ku ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin, bi pêşandana fîlmên Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropayê heta 31`ê Gulanê dewam bike.

(sb)

ANHA