Desteya Çandê li Meskenê çalakiyek hunerî li dar xist

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, bi armanca vejandina mîrasa hûnerî ya herêmê, li bajarokê Meskenê çalakiyek hunerî li dar xist.

29 gulan, 2025   22:14
TEBQA

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, bi beşdariya xelkê bajarokê Meskenê, rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên ji meclisa sivîl, şaredariya gel û hêzên leşkerî yên Meskenê û meclisa rêveber li bajarok şahiyek organîze kir.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûre hevseroka Meclisa Sivîl a bajarokê Meskenê Weed El Elî lidarxistina şahiya hunerî ya yekemîn li xelkê bajarok pîroz kir, her wiha avakirina Meclisa Sivîl û saziyên xizmetguzarî li bajarok pîroz kir.

Piştî axaftinê, hunermend Serdana Zêdan û Memdûh Şitêwî yên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, hunermend Melêk El Yetîm ê Navenda Çand û Hunerê ya kantona Reqayê stranên gelêrî û folklorî pêşkêş kirin û beşdaran jî dîlan gerandin.

Ev şahî, di çarçoveya hewldanên Desteya Çandê ya xurtkirina nasnameya çandî û hunerî û vejandina hunerên gelêrî û folklorî li gundewarê rojavayê kantona Tebqayê de, pêk tê.

Rêzeçalakiyên hunerî ku îro ji bajarokê Meskenê ve dest pê kirin, wê piştî Cejna Qurbanê li herêmên Dibsî û Dêr Hafirê re li dar bikevin.

(fr)

ANHA