Di Kongreya COP 28 de berjewendiyên navneteweyî serwer in

Kongreya Avhewayê (COP 28) ku li Îmaratê tê lidarxistin sibe bi dawî dibe, lê nakokiyên di navbera hêzên herêmî û navneteweyî yên li ser pirsgirêkên herî mezin de, wekî aloziya guhertina avhewayî û bandorên wê li zindiyan serwer in. Ev nakokî û cudabûn didin nîşandan ku hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelan re digirin.

Di Kongreya COP 28 de berjewendiyên navneteweyî serwer in
11 kanûn, 2023   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Tê payîn ku kongreya avhewayê ku li Îmaratê tê lidarxistin sibe bi dawî bibe, lê dibe ku ji ber nakokî û aloziyên di navbera hêzên navneteweyî de, zextên zêde li ser welatên berhamdarên petrolê ′OPEC′ kongreyê were dirêjkirin, li gel wê dan û standin ketine qonaxên xwe yên dawîn. Hin dewlet dixwazin di lihevkirina dawîn de ku dê îro were îmzekirin, biryara ku dev ji sotemeniyên fosîl were berdan, hebe.

Li gorî Reutersê, endamên OPEC’ê zextê dikin da ku hewldanên derbaskirina formekê der barê xilasbûna hêdî hêdî ya sotemeniyên fosîlê di kongreya COP 28 têk bibin. Ev yek nîşan dide ku nakokî li ser vê yekê hene ku gelo wê kongre karibe ji 30 salan ve yekem car siberoja petrol û gazê lêkolîn bike.

Herî kêm 80 dewlet dixwazin di peymana COP 28 de banga rawestandina bikaranîna sotemeniyên fosîl were kirin, ku çavkaniya sereke ya belavbûna germbûna global e, da ku bigihîje armanca sînordarkirina bilindbûna germahiya gerdûnî bo 1,5 pileyî.

Di kongreya avhewayê ′COP 27′ de ku li bajarê Şerem El Şêx ê Misirê hatibû lidarxistin, dewletên beşdar li hev kirin ku sendoqa ziyanan ava bikin da ku destekê bidin welatên ku ji ber guhertina Avhewayê xisar dîtine. Sekretêrê Giştî yê NY′yê Antonio Guterres destek da vê biryarê û xwest ku di dema bê de were aktîfkirin, lê got: "Diyar e dê ev yek têrker nîn be, lê mîna nîşaneyeke siyasî ye ku hewcedariya pê ya ji bo avakirina baweriya hilweşiyayî nîşan dide.”

Di Kongreya COP 28′an de, dê ji dewlet û şandeyên beşdar were xwestin ku li ser dozên tevlihev, bi taybet doza welatên ku dê tawîzan ji sendoqê wergirin, welatên ku dê parên dirav bidin, her wiha mekanîzmaya rêvebirina sendoqê li hev bikin.

HELWESTA DEWLETÊN BEŞDAR

Beşdarên kongreyê baş dizanin ku kirinên wan ên bi xwespartina li petrol, komir, gaz û elaqeyên wan bi pêşesazî û aborî, bêyî ku guh bidin parastina ekolojiya û Avhewayê dê gefan li tevahî cîhanê bixe, lê tevî vê yekê jî biryar û armancên ku di kongreyê de didin bi cih naynin.

 Li gorî hin raporan, dewletên navborî ku qaşo biryarên ji bo parastina Avhewayê didin, lê bi xwe ji bo projeyên mezin ên hilbirandina petrolê an ku ′Budceya carbon′ planan datînin ku zirarê dide Avhewayê.

Di kongreyên berê de lihevkirinek fermî li ser rawestandina bikaranîna sotemeniyên fosîl bi temamî çênebû. Lê cara yekemîn di lûtkeya Glasgow COP 26 de, hikumetan li hev kirin ku komirê hêdî hêdî were kêmkirin.

BANDORÊN ALOZIYA AVHEWAYÎ LI CÎHANÊ Û ROJHILATA NAVÎN

Herêma Rojhilata Navîn û Afrîka ji herêmên herî zêde ne ku guhertina avhewayê bandor li wan dikin, nemaze ku ji herêmên herî kêm ên bi av in.  Li ser vê yekê pispor hişyariya pêleke mezin a koçberiyê da. Li gorî Banka Navneteweyî dibe ku di sala 2050′î de hejmara koçberan a ji ber sedemên avhewayê bighêje 216 mîlyon koçberî û dê malbat bi temamî neçar bimînin ku koçberî bajaran bibin. Koçberiya 19, 3 dê welatên bakurê Afrîka (Misir, Cezaîr, Fas, Tunis û Lîbiya) bigire nava xwe.

Li gorî rapora ku AFP 24 weşandiye, ji ber kêmbûna baranê, pileya bilind a germê û hişkesaliyê dibe ku li Afrîka û Rojhilata Navîn bi mîlyonan kes koçber bibin û di encamê de metirsiyên firhebûna bajar çêbibe ku ziyanê dighîne ekolojiya û îhtîmal e şer li ser serwetan çêbibe û karesetên xwezayê çêbibin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HERÊMÊN HERÎ ZIYANDÎTÎ NE

Mîna herêmên din ên cîhanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber bandorên aloziya avhewayê û jîngehê zeraran dibîne, nemaze ku ev herêm bi awayekî bingehîn xwe dispêrin çandinî û berhemên sewaldariyê. Bi guhertina avhewayê re zuhebûn zêde dibe, ji vê zêdekirin pirê caran baran kêm dibe û li aliyekî din dewleta Tirk avê li ser Sûriyeyê qut dike.

Di lêlolîneke zanyaran de ku 8′ê Mijdarê hatibû weşandin, hate destnîşankirin ku guhertina avhewayê îhtîmalên rûdana hişkesaliyê li Sûriye, Iraq û Îranê zêde dike. Ji sala 2020′î ve li herêmê baran kêm dibe û pileya germê bilind e, ji ber vê yekê dem bi dem hişkesalî çêdibe, di encamê de berhemên çandiniyê kêm dibe û metirsiyên nebûna ewlehiya xurekê jî zêde dibin.

Lêkolînerên ji rêxistina ′Weather Attribution Cîhanê′ lêkolîneke li ser herêmên ku ji ber hişkesaliya li hewza çemên Dîcle û Firatê ku Sûriye, Iraq û Îranê digire nava xwe ziyand dîtine, weşand. Li gorî lêkolînê bilindbûna pileya germê ya ji ber guhertina avhewayê hişt ku li Sûriye û Iraqê 25 qat û li Îranê jî 16 qat ziwabûn çêdibe.

(bb)

ANHA