Dîmenê çalakiya YJA Starê hat weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê ya çalakiya ku di 22'ê Cotmeha 2023'an ku li qada  Xantûrê li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk hate weşand

Dîmenê çalakiya YJA Starê hat weşandin
11 kanûn, 2023   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya ku di 22'ê Cotmeha 2023'an de ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate lidarxistin, ev agahî dabû:

"22'ê Cotmehê saet di 12:00 de li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin."