KNK'ê banga tevlîbûnê hilbijartinên Iraqê kir

KNK'ê banga Gelê kurd kir ku tevlê hilbijartinên 18’ê Kanûnê ya li parêzgehên Iraqê bibin

KNK'ê banga tevlîbûnê hilbijartinên Iraqê kir
11 kanûn, 2023   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî hilbijartinên li Iraqê daxuyaniyekî nivîskî da û got  wê di 18'ê Kanûnê de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê pê were, propagandaya hilblijartinê dewam dike. Kurd vê carê li Kerkûkê bi lîsteyeke hevpar tevlî hilbijartinê nabin, ku ev yek weke metirsiyek li ser hêz û bandora Kurdan a li herêmê çêdike.

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî ye:

"Kurdistaniyên hemû bajar û bajorokan, bi dehan sale rûbirûyî gef, kuştin, koçberkirin û êşa rejîmên li Iraqê bûne. Çawa hilbijartin û tevlîbûn girîng be, bi taybet ji bo Kurdan erkeke û ji bo ku dîroka sitemkariyê were hilweşandin hişyariyek girînge. Destwerdana navxweyî û herêmî, weke Tirkiye, Îran her tim bûye sedema bê bawerî û dubendiya di navbera pêkhateyên Kerkûk û derdora wê de. Bi taybetî jî dewleta Tirk bûye karekterek sereke yê destwerdana di rewşa Kerkûk û herêmên bi nakok de.

Hilbijartin dikare bibe werçerxek nû û bersivdana hemû komployên qutkirina peywendiyan bide. Em bang li Kurdan dikin, divê Kurd wek gelê mezlûm bi hemû hêza xwe tevlî hilbijartinan bibin. Bi tevlîbûna hilbijartinê siyaseta parçekirina gel ceza bikin.

Em bang dikin ku bi awayek wêrek tevlî hilbijartinan bê kirin, 18 sal in li Kerkûkê hilbijartin çênebûne, ji bo vê jî em vê hilbijartinê weke rêyek girîng dibînin."