‘Heyanî jin bigihêjin mafên xwe divê tê bikoşin’

Parêzerên jin got divê jin cihê xwe di navendên biryarê de bigirin û eger rola jinan paşguh bikin dê pirsgirêkên civakî neyên çareserkirin.

‘Heyanî jin bigihêjin mafên xwe divê tê bikoşin’
15 nîsan, 2026   04:55
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Parêzerên jin li ser siberoja jinan li Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn. 

Rojîn Abdulbaqî Xişo di destpêka axaftina xwe de got divê hebûna jinan di qadên biryardayînê de hebe û got: “Li Sûriyeyê divê hebûna jinan di navendên biryarê de hebe. Bi vê yekê re dê wekhevî pêkwere û di hemû pirsgirêkên civakî de weke dada civakî, tenduristî, perwerde û fêrkirinê û hwd. biryar bide. Eger jin di navendên biryarê de cihê xwe bigirin, nêrîn dewlemend dibin, belavkirina çavkaniyan baş bibe û ji bo jin hîn zêdetir xurt bibin, piştgirî bidin jinan. Eger di navenda biryarê de hemû beşên civakê cihê xwe bigrin, dê hevsengî çêbe.”

‘DIVÊ JIN DI RÊVEBIRINA SÛRIYEYÊ DE CIHÊ XWE BIGIRIN’

Rojîn Şêxo bal kişand ser adet û kevneşopên civakê yên li pêşiya jinan dibin asteng û wiha got: “Adet û kevneşopên civakê gelekî li pêşiya jinan dibin asteng. Aliyê siyasî ve jî piştgirî nadin jinan. Di şerîetê de jî garantî nayê dayîn ku jin di nava civakê de çalak be. Eger tenê hinek jinan têxin nava saziyan ev yek têrê nake. Pêşxistina jinan di rêveberina dewletê û civakê de ne tenê daxwaze. Ji bo dewlet bi edalet ava bibe û xirt be divê hebûna jinan hebe û wan paşguh nekin. Di Sûriyeya siberojê de eger jinan paşguh bikin, tê wateya pêdiviya hemû civakê paşguh dikin. Divê jin biryarê bidin û bibin parçeyekî rêvebirina Sûriyeyê.”

‘JINÊN SÛRIYEYÊ DIKARIN BERPIRSYARIYÊ RAKIN’

Her wiha parêzer Riweyda Behlo rewşa jinê li Sûriyeyê nirxand û wiha got: “Li Sûriyeyê divê jin bibe cihê biryarê. Derfet bidin jinê ku bixebitê û bibe xwedî biryar. Jin di têkoşînê de bûn xwediyê tecrûbeyên mezin. Ji hemû aliyan ve yetenekên wan hene û dikarin berpirsyartî rabikin.”

Her wiha Riweyda Behlo got civak qebûl nake ku jin bi rê ve bibin û wiha axivî: “Di gelek deman de exlaqên civakê û nêrîna wan a ku jin nikare birêve bibe, dibe sedema ku jin cihê xwe di navenda biyarê de negirin û ne çalak bin. Jin jî difikirin ku ew nikarin biryar bidin an jî birêve bibin. Nêrandin û hişmendiya civakê gelekî neyînî bandorê li rewşa jinan dike.”

Riweyda Behlo bal kişand ser hinek mînakên şênber û got: “Di xebatên perwerde û fêrkirinê eger mamosteyên jin nebin, neyînî bandorê li ser zarokan dike. Ji ber rê û rêbazên jin, hişmendiya wê ne mîna ya mêr e. Jin zarokan perwerde û xwedî dike û bingehê avakirina ferd û civakê ye. Divê dewlet jî polîtîkayên xwe ber çavan re derbas bike û jinûve binirxînê. Di sîstema Rêveberiya Xweser de nûnertiya jin û rêjeya beşdarbûna wan bilind bû. Tecrûbeya Rêveberiya Xweser serkeftî bû û dikarin weke modêla Rêveberiya Xweser cih bidin jinê."

Riweyda Behlo wiha dawî li gotinên xwe anî: “Li Sûriyeyê paşguhkirina jin dê bandoreke neyînî li ser têkoşîna jinên Sûriyeyê bike. Li Sûriyeyê jinan bi salan têkoşîn kirin û eger wan paşguh bikin dê nikarbin deskeftiyên xwe biparêzin. Ji bo jin bigihêjin mafên xwe divê jin têkoşîna xwe berdewam bikin û li ber xwe bidin.”

(np)

ANHA