Lêxistin û amûrên wan ên muzîkê şikandin

Endamên hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser rêya Hums- Lubnanê li 2 hunermendên ji Efrînê dan û amûrên wan ên muzîkê şikandin.

Lêxistin û amûrên wan ên muzîkê şikandin
31 tîrmeh, 2025   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Welat Hacî Nasir (40) û birayê wî Mistefa (38) ji bajarê Efrînê ne, dema 21`ê Tîrmehê ji Beyrûtê vedigeriyan, li ser rêya Hums-Lubnanê, endamên benda “Sewatir” ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li wan dan û amûrên wan şikandin. 

Li gorî îfadeya her du birayan, endamên ewlehiyê bi hiceta “govend û stranbêj li dijî olê ye” heqaret li wan kiriye û gefa kuştinê li wan xwariye.

Dema her du bira diçin nivîsgeha hêzên ewlehiyê ya li Helebê ji bo ku amûrên xwe vegerînin, lê dîsa gefa girtinê li wan xwarine, ji wan re gotine ku amûrên wan hatine şikandin û mafê wan tune ye ku lê bipirsin.

Ev êriş, li dijî mafên derbirîna hunerî ye û quta her du birayan dixe xetereyê ku debara xwe bi rêya lidarxistina boneyên civakî dikin.

(şx)