Di hilbijartina serokkomariyê ya li Îranê de Pizîşkiyan li pêş e

Medya Îranê ragihand ku jimartina dengên ji bo hilbijartina Serokkomarê nû hatîn bikaranîn berdewamin ku ji 24 milyon dengan, zêdetirî 14 milyon deng hatine xwendin. Li gorî encamên destpêkê û ne fermî jî, Mesud Pizîşkiyan li pêşiya namzetên dine.

Di hilbijartina serokkomariyê ya li Îranê de Pizîşkiyan li pêş e
29 hezîran, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Îranê di derbarê encamên ewilê yên jimartina dengên ji bo hilbijartina Serokkomarê nû hatîn bikaranîn de agahiyan belav kir.

Hate diyarkirin ku piştî girtina sindoqan ji 24 milyon dengan, heta niha 14 milyon û 70 hezar û 462 deng hatine xwendin.

Her wiha hate ragihandin ku li gorî encamên ewilê heta niha Mesud Pizîşkiyan li gorî her sê namzetên din li pêş diçe.

Li gorî medya Îranê belavkirî, Mesud Pizîşkiyan heta niha ji sedan 42.3, Seîd Celîlî di rêza duyem de ji sedan 39.5, Mihemed Baqir Qalibiyaf di rêza sêyem de ji sedan 13.4 û Mistefa Pur Mihemed jî di rêza çarem de ji sedan 0.79’ê dengan wergirtiye.

Hêjayî gotinêye ku ger yek ji namzedan ji zêdeyî sedî 50’yê dengan nestîne dê 5’ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin. Gera duyem a hilbijartinan jî dê navbera du namzedên ku herî zêde deng standine de pêk were. Li Îranê serokkomar 4 salan carekê tê guhertin û herî zêde 2 caran li pey hev dikare were hilbijartin.