Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de diyar kir ku Sûriye li pêşberî aloziya pêkhatina hevpeymana civakî ye û nenavendîbûna nerm wekî çareserî destnîşan kir. Der barê Ukraynayê de jî hat destnîşankirin ku ji ber nakokiyên kûr ên her du aliyan û zêdebûna êrişên her du aliyan hîna lihevkirinên dûr e. Rojnameyan îşaret bi vê yekê kir ku DYA’yê rola xwe li Lubnanê terikaniye.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
27 tîrmeh, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de geşedanên li Sûriyeyê, dan û standinên der barê Ukraynayê de, her wiha mijara Lubnanê nirxandin.

’RÊYA BER BI SÛRIYEYA NÛ VE’

Rojnameya El Nehar bal kişand ser mijara pêkhateyên Sûriyeyê û rola wan di siberoja welat de.  Rojnameyê di nivîsê de cih daye 9 gotar û lêkolînan ku ji aliyê lêkolîner û rojnamevanên Ereb û yên sûriyeyî ve hatine amadekirin.

Rojname balê dikişîne ser bûyerên vê dawiyê yên li Siwêdayê rû dane, fikarên siyasî û çandî yên pêkhateyên olî û entîk.

Li gorî rojnameyê: "Mijara ku divê îro were nîqaşkirin ne tenê mafên Kurdan in, lê di heman demê de çawa têkiliya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de; Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Durzî, Elewî, Asûrî, Şîe, Sunnî, Çerkez, Îsmaîlî, Qorbet û yên din... li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, pirrengiya pejirandî û temsîliyeta bê şert û merc… Nenavendîbûna nerm... ne parçebûn û ne jî otorîterîzm, were avakirin."

 ‘DAN Û STANDINÊN RÛSYA-UKRAYNAYÊ LI TIRKIYEYÊ: LIHEVKIRIN DÛRÎ REWŞA MEYDANÎ YE’

Der barê dosyaya şerê Rûsya-Ukraynayê de rojnameya El Ereb a Londonê li ser gera nû ya dan û standinên aştiyê di navbera Moskov û Kîevê li Stenbolê de nivîsand. Rojnameyê diyar kir ku ji ber nakokiyên kûr ên her du aliyan û zêdebûna êrişên her du aliyan hîna lihevkirinên dûr e.

Hate gotin "Ruxmî pêşwazîkirina navneteweyî, lê der barê dan û standinan de ji ber nebûna bawerî û vîneke siyasî ya rast gumanên mezin hene. Li kêleka wê jî rola hêzên mezin bi taybet Amerîka û Tirkiyeyê dijberî hev in. "

Rojnameyê destnîşan kir ku zexta Amerîkayê bi taybet a Trump, di ferzkirina pêkanîna vê gerê de rolek lîst, bêyî amadekirina zemîneke guncaw ji bo serxistina wê.

 ‘LUBNAN: DYA’YÊ DEV JI PROJEYA XWE BERDA’

Rojnameya El Nehar bal kişand ser bêbandoriya DYA’yê di mijara rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, tevî peymanên navneteweyî, bi taybet peymana 27’ê Mijdara 2024’an û biryara 1701’an. Hate gotin, Nûnerê amerîkî Tom Barrack di dema serdana xwe ya sêyemîn a li Lubnanê de teqez kir ku Washington nikare Îsraîlê neçar bike ku peymanê bi cih bîne, lê ew hewl dide sedemên têkçûnê çareser bike.