Rewşenbîr: Dem hatiye em Rêber Apo di nava xwe de bibînin

Rewşenbîr û mamosteyên bajarê Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got “Dem hatiye Rêber Apo dîsa di nava me de be, ji ber ku ew rêya gelên azadîxwaz ronî dike.”

Rewşenbîr: Dem hatiye em Rêber Apo di nava xwe de bibînin
27 tîrmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Daxwazên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan yên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Rewşenbîr û mamosteyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê diyar ku dem hatiye ku ew Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Arşek Baravî der barê mijarê de got: "Min çend caran bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û min bi wî re gotûbêjên kûr û dewlemend ên ramyarî kirine, van gotûbêjan bandor li min kirine û bûne egera xurtkirina têgehên azadî û hişmendiya demokratîk.”

Baravî wiha pê de çû: "Hebûna kesayetiyek wekî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê kûrahiya doza Kurd nîşan dide. Girtina rêber di encama komployên hêzên girêdayî rêxistinên navneteweyî ve pêk hat. Tevî vê yekê, rêber bi ramanê azad e, bûye çirayek ku rêya gelên azadîxwaz ronî dike.”

Baravî got: "Rêber Ocalan fîlozofekî rastiyê ye û xwediyê ramana neteweya demokratîk e. Dema hatiye ku em wî dîsa di nav me de bibînin.”

‘RÊBER APO RÊYA GELÊN AZADÎXWAZ RONÎ DIKE’

Rewşenbîrê Îsmet Hesen ku ji koçberên Efrînê ye, got: "Rêber Abdullah Ocalan çavkaniyek giyan û ramanê ye ji bo gelên ku ji bo azadî û rûmetê têdikoşin, û hebûna wî rêya gelên azadîxwaz ronî dike."

Îsmet Hesen ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêber ne mirovekî asayî ye; ew raman û felsefe ye, ew zanist û zanyarî e, û her kesê ku zanistê înkar bike, xwe înkar dike. Em jê hez dikin lewma nêzîkî ramana wî dibin, ji ber ku ew azadiya gelan nîçan dide, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê.”

Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Em û Rêber Apo wekî neynûkan bi goşt ve girêdayî ne, mirov nikare bê azadî bijî. Azadiya me ji azadiya wî ya fîzîkî û ramyarî nayê cudakirin. Ramana wî tijî azadiyê ye, û em evîndarên vê ramana azad in. "

‘HEVDÎTINA BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE GIRÎNGÎ YE’

Endama Yekitiya Mamosteyan a Amûdê Civîn Hebîb jî got: "Rêber bi fîzîkî li Îmraliyê ye, lê ramana wî di hundurê me de ye; ew bi hebûna xwe ya ramyarî û giyanî di nav me de azad e. Xena dîtina wî ne tenê ya kesekî ye, lê xewna her jineke Kurd e ku di ramana wî de çiraya azadiyê dibîne.”

Her wiha şêniyê bi navê Feyset Helîmê jî der barê mijarê de wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan kesayteke mezin e ku bandoreke girîng li hişmendiya siyasî û civakî ya herêmê kiriye. Hebûna wî li kêleka gelê xwe êdî ne vebijarkek e, lê pêdiviyek e, ji ber ramana wî ya kûr û nirxandinên wî yên rast mifteya çareseriyê ye ji bo hemû gelên herêmê."

Feysel Helîma wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêber Abdullah Ocalan kesayetiyek mezin e û divê ew ji hêla fîzîkî ve azad be, ji ber ku Rojhilata Navîn di qonaxek hesas re derbas dibe û di vê qonaxê de, ramana wî ji bo biryarên çarenûsî pir girîng e.”

(k)

ANHA