Slavegera komkujiya 27`ê Tîrmehê: Gel parastin raçand  

Xelkê bajarê Qamişlo di 9 salan de bi berfirehkirina tora parastinê bersiva xurt da komkujiya 27`ê Tîrmehê.

Slavegera komkujiya 27`ê Tîrmehê: Gel parastin raçand  
Slavegera komkujiya 27`ê Tîrmehê: Gel parastin raçand  
Slavegera komkujiya 27`ê Tîrmehê: Gel parastin raçand  
Slavegera komkujiya 27`ê Tîrmehê: Gel parastin raçand  
Slavegera komkujiya 27`ê Tîrmehê: Gel parastin raçand  
Slavegera komkujiya 27`ê Tîrmehê: Gel parastin raçand  
27 tîrmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Îro 9`emîn salvegera teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ye. Roja 27`ê Tîrmeha 2016`an li ser kolana Amûdê ku yek ji kolanên herî qelebalix ên bajare, çeteyên DAIŞ`ê kamyoneke ku bi temqemenî hatibû barkirin, teqandin. Teqîn di demeke ku welatiyan li dikanan pêwîstiyên xwe distandin, pêk hat. Di encama êrişê de 62 welatî şehîd, 177 kes jî birîndar bûn.

BÎRANÎNA WAN ZINDÎ TÊ HIŞTIN

Xelkê bajar her sal li cihê êrişê şehîdên xwe bi bîrtînin, bîranîna wan zindî dihêlin, birînên xwe derman dikin. îsal jî wê bi beşdariyeke girseyî bernameya bîranînê bê pêkanîn.

Li aliyê din di serî de malbatên qurbaniyan, xelkê bajêr ji van bûyerên bi êş ders derxistine û ji bo ku pêşiya wan bigirin giranî daye ser parastina cewherî. Bi vê mebestê refên Hêzên Parastina Civakî (HPC) hatine bihêzkirin.

ENIYA PARASTINÊ BERFIREH BÛ

HPC sala 2014`an, HPC-JIN jî sala 2015`an hatiye avakirin. Li gelek taxan komîteyên wan hatine avakirin û kar dimeşînin. Piştî êrişa kolana Amûdê bi armanca ku hişmendiya parastinê li nav tevahiya gel de bê belavkirin, xebatên perwerde û rêxistinkirinê hatin kûrkirin.

Endama Rêveberiya HPC`ê ya bajarê Qamişlo Rebîa Hesen dibêje li hemberî êrişan bersiva herî xurt rêxistinkirina civakê ya li ser esasê parastinê ye. Rebîa da zanîn ku piştî êrişa Qamişlo jî wan xebatên xwe yê di vê çarçoveyê de berfireh kirine, li hemû taxan komîte ava kirine.

MALBATÊN ŞEHÎDAN JÎ TEVLÎBÛN

Di vê çarçoveyê de li tevahiya tax û kolanan, komîteyên parastinê hatin belavkirin. Ji bilî şêniyên bajar, malbatên qurbaniyên êrişê jî di nav komîteyan de cihê xwe girtin.

Esma Îsa li taxa Xerbî cihê teqînê rûdine. Di dema êrişê de birayê wê Elaa Îsa şehîd bû, ew bi xwe, dayika wê, 2 xwîşkên wê û 2 zarokên birayên jî birîndar bûn. Esma niha di nava HPC de cih digire û tevlî parastina taxa xwe dibe. Esma beriya teqînê jî li ser parastinê perwerde dîtiye, lewma li gel birîndariya xwe jî birîndarên din ên malbatê veguhestine nexweşxaneyê.

Esma bal kişand ku li vê herêmê kengî wê çi bibe ne diyar e, lewra pêwîste mirov xwe li gorî her rewşekê hazir bike. Esma ji hemû xelkê bajar xwest ku tevlî parastinê bibin, xwe perwerde bikin û amade bin.

PÊKHATE DI ENYA PARASTINÊ DE BÛN YEK

HPC/HPC-JIN ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tên, lê bi taybet êrişê bi armanca ku pêşiya fesadî, fitne û êrişan were girtin, eniyên yekîtiya parastin hatin xurtkirin. Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Êzidiyan eniyên hêzên parastinê xurt kirin, yekîtî derxist pêş.

Efram Somê yê ji pêkhateya Suryan, ev 5 sal e di nava HPC`ê de cih digire. Dibêje ku wan xwe di demeke pêwîste de ku tê de hin alî dixwestin ewlehiya herêmê têk bibin, xwe birêxistin kirine.

(a)

ANHA