Di êrişên Rûsyayê de 8 kes hatin kuştin

Rûsyayê ragihand ku wê 726 dronên Ukraynayê xistin. Ukraynayê jî destnîşan kir ku ku di êrişên Rûsyayê de 8 kes hatin kuştin.

Di êrişên Rûsyayê de 8 kes hatin kuştin
20 tebax, 2026   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Rûsya û Ukraynayê ku di Sibata 2022‘yan de dest pê kiriye, dewam dike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku pergala wan a parastina hewayî di saetên şevê de 726 dronên Ukraynayê li ser herêmên Rûsya û deryayên Reş û Azovê xistin.

Şaredarê Moskovê jî got, 250 dronên ku arasteyî paytextê hatibûn kirin, hatin xistin.

Wezaretê her wiha aşkera kir ku hêzên wê bi şevê tesîsên pêşesazî, leşkerî, navendên lojîsîtkê yên li Kiêvê û derdora wê kirin hedef.

Rayedarên Ukranyayê jî diyar kir ku di encama êrişên Rûsyayê yên bi mûşekên balîstî yên li dijî Kiêvê  de 8 kes hatin kuştin û 33 jî birîndar bûn. Her wiha avahiyên niştecihan, qadên sivîlan û nexweşxaneyeke zarokan bi zerar bûn û li beşeke paytextê kehrebe qut bûye.

(sb)