Banka Çandiniyê: Kêmbûna pereyan dayîna fatoreyên cotkaran dereng dixe

Rêveberê Banka Çandiyê ya Parêzgeha Hesekê got, kêmbûna pereyên berdest ên li Banka Hevkariya Çandiniyê dibe sedema derengmayîna dayîna pereyên cotkaran.

Banka Çandiniyê: Kêmbûna pereyan dayîna fatoreyên cotkaran dereng dixe
Banka Çandiniyê: Kêmbûna pereyan dayîna fatoreyên cotkaran dereng dixe
Banka Çandiniyê: Kêmbûna pereyan dayîna fatoreyên cotkaran dereng dixe
Banka Çandiniyê: Kêmbûna pereyan dayîna fatoreyên cotkaran dereng dixe
20 tebax, 2026   14:46
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Derengmayîna serfkirina fatoreyên berhemên çandiniyê hiştiye ku cotkarên li Parêzgeha Hesekê bêzar bimînin. Fatoreyên ku tên serfkirin jî buhayeke kêm radestî cotkar tê kirin. Banka Tevkariyê ya Çandiniyê jî makanîzmeya serfkirinê li gorî kevinbûna fatoreyê û buhayê fatoreyan li ser beşan pêk tîne. 

Der barê mijarê de Rêveberê Bana Tevkariyê ya Çandiniyê  ya Parêzgeha Hesekê Newaf El Herîrî da zanîn ku bankê hefteya borî dest bi serfkirina fatoreyên berhemên çandiniyê kiriye.

Newaf El Herîrî diyar kir ku li gorî biryarnameyan, heke nirxê berhemê cotkar kêmî mîlyoneke lîreyên Sûriyeyê yê nû be, wê fatoreya xwe bi temamî bi dest bixe. Lê heke ji mîlyonekê zêdetir be wê tenê mîlyonekê bigire û pereyên mayî ji fatoreyê jî wê derbasî hesabê cotkar ê li bankê bibe.

Newaf El Herîrî destnîşan kir ku cotkarê ku nirxê berhemê wî 5 mîlyonê Sûriyeyê yê nû ve, wê ê ji sedî ten25 bi dest bixe, yê mayî wê derbasî hesabî wî yê li bankê bê zêdekirin û ew jî wê li ser 3 beşan bê dayîn.

El Herîrî da zanîn ku biryarnameyek heye ku ji sedî 25 ji nirxê fatoreyê bi rêya bernameya “Sham Cash” were dayîn, lê heta niha ew platform bi awayeke fermî nehatiye vekirin û cotkar jî ji bo vê yekê bi awayeke sîstematîk nêz nabin.

Newaf El Herîrî diyar kir ku makanîzmeya heyî ya li Parêzgeha Hesekê li gorî kevinbûna fatoreyê dimeşe û got, ev yek li navenda Hesekê û 8 beşên girêdayî wê (Amûdê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Dêrik) pêk tê.

El Herîrî anî ziman ku beşa yekemîn a dayîna pereyên cotkaran pêk hat û got: "Destpêka hefteya bê dê beşa duyemn jî were dayîn. Bi giştî berhemên ku radestî depoyan hatine kirin nirxê wê nêzî 70`ê milyar lîreyên Sûriyeyê yê nû ye, heta niha belavkirina nirxê berhem ji sedî yek derbas nekiriye. "

El Herîrî da zanîn ku kêmbûna pereyan yek ji sedemên derengmayîna dayîna pereyên cotkaran e. Her wiha da zanîn ku pereyên ku dighêje banka navendî bi awayeke wekhev li şaxên wê yên deverên din tên belavkirin.

El Herîrî destnîşan kir ku rewşa dayîna pereyên cotkaran dê di demên pêş de baş bibe.

(sb)

ANHA