Di êrişên li ser Xezayê de 19 kes hatin kuştin

Medyaya filistînî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de zarok jî di nav de, 19 kes hatine kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 19 kes hatin kuştin
5 tîrmeh, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Filistînê ragihand ku ji berbanga îro ve di êrişên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de, 19 kes hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (SAfA) da zanîn ku di bombebarana vê sibehê ya li ser Dibistana El Şafî ya li herêma Asqûla ya taxa El Zeytûn a li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê de, 5 welatî hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn.

Heman ajansê ragihand ku di êrişên li kampa Mewasî ya li bajarokê Qerara yê bakurê rojavayê bajarê Xan Yûnisê yên li başûrê Xezayê de jî 6 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Ajansê diyar kir ku ciwanek ku çend roj berê di êrişa li dijî heman kampê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Tenduristiyê ya Nasir jî, di êrişa li ser kampa Mewasî de 6 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 kes birîndar bûne.

(bb)