Dema wergirtina kartên ezmûnan diyar bû

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ragihand ku xwendekarên refa 12’an ên minhacên hikumeta rejîma berê dikarin di navbera 7-9’ê Tîrmehê de kartên pêşkêşkirina ezmûnan wergirin.

Dema wergirtina kartên ezmûnan diyar bû
5 tîrmeh, 2025   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku xwendekarên refa 12’an bi hemû beşên xwe yên minhacên rejîma berê dikarin ji roja Duşemê 7’ê Tîrmehê heya roja Çarşemê 9’ê Tîrmehê kartên ezmûnan ji navendên ku navên xwe lê qeyd kirine, wergirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê xwendekar bi xwe biçin navendan û kartên ezmûnê wergirin. Her wiha aşkera kir ku divê her xwendekar di dema wergirtinê de agahiyên di kartê de kontrol bikin.

(bb)