Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di civîna berfireh de rewşa ewlehiyê nirxand

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji bo nirxandina rewşa ewlehiyê ya herêmê û awayên pêşîgirtina li çeteyên DAIŞ`ê, civîneke berfireh li dar xist.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di civîna berfireh de rewşa ewlehiyê nirxand
29 cotmeh, 2025   10:46
DÊRAZORÊ

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê civîneke berfireh li dar xist. Fermandarên tûgayan, meclisên leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tev li civînê bûn. 

Di civînê de, beşdaran rewşa ewlehiyê ya heyî û mekanîzmayên pêşxistina amadekariya leşkerî nirxandin. Her wiha beşdaran awayên xurtkirina hevkariya di navbera meclisên leşkerî û yekîneyên şer de gotûbêj kir. Di civînê de awayên pêşîgirtina tevgera çeteyên DAIŞ`ê û baştirkirina rewşa ewlehiyê jî hatin nirxandin.

Beşdaran biryar da ku ji bo pêşxistina şervan û fermandarên leşkerî bernameyên perwerdeyê yên pêşketî werin pêkanîn.

Di dawiya civînê de, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê diyar kir ku armanca wan a sereke şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û parastina ewlehî û aramiya Dêrazorê ye.

(k)