Di êrişên Îsraîlê de 22 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê yên dawîn de 22 kes hatine kuştin.

Di êrişên Îsraîlê de 22 kes hatin kuştin
2 tebax, 2025   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên berbanga îro yên li ser Xezayê de, 22 kes hatine kuştin ku ji wan 12 kes li benda alîkariyan bûn. Her wiha gelek kes jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên tenduristiyê wergirtine, ragihand ku ji herêma alîkariyê ya li eniya Netzarimê 12 cenaze gihaştin Nexweşxaneya El Şîfa ya li rojavayê Xezayê.

Heman ajansê diyar kir ku li bajarokê Zewayîda yê naverasta Xezayê jî di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li dijî mala wan de, şêniyê bi navê Hamid Îbrahîm El Qerînawî, hevjîna wî û 3 zarokên wan hatine kuştin. Her wiha da zanîn ku droneke artêşa Îsraîlê li Xaçerêya Sînaa ya bakurê bajarê Xezayê bombeyek avêt kampeke koçberan, di encamê de ji malbata Semûr 3 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku di bombebarana li ser kampeke li bakurê rojavayê Xan Yûnisê de jî 2 jin hatine kuştin.

(bb)